2012/06/29 |
syr2015 |
Bajarê Humisê rastî êrîşek mezin ya artêşa rejimê tê. Ev êrîşa ku ji destpêka serhildanê pêk tê, heta niha taxên el-Xalidiye, Cûralshiyah, al-Qiaor, al-Qerabis û hin taxên bajarê kevin hedef digre. Ji ber hindê gel gelekî tenge zar bûye. Erzaq nemaye û bi taybet nan. Gelê Humisê ji ber nebûna ard nanên hişik dixwin. Jixwe alektrîk û av jî qut dibe. ji ber nebûna mazotê liva hatin û çûyinê rawestyayî. Heta bi ambolansan nema dikarin birîndaran bibin nexweşxaneyan.
Hêjayî gotinêye ku zêdeyî 1000 malbatî neçar bûne di taxên xwe de bimînin û ew niha zehmetiyek mezin dikêşin û ji ber dorpêçkirina hêzên rejîmê nikarin xwe bilivînin. Ev malbatên misilman û xirstiyan li taxên al-Xalidye, al-Waresh, al-Silêbiye, Bistan al-Diwan, al-Hamidiye û Wadi al-Sayih bi cih dibin û di nava wan de gelek zarok û jin hene, her weha gelek kes birîndar û seqet jî bûne. Ew jiyanek zehmet dikêshin û nikarin cihên xwe terik bikin.
Hêzên rejîmê her 2 nexweşxaneyên bajêr dagirt kirine û hemû alavên tibî şekandin da ku welatî sûdê jê negrin. Ji ber vê yekê gel nechar ma hin “nexweşxaneyên awarte” ava bikin. Ji ber kêmbûna derfet û alavên tibî û nepeydabûna dernanan, gelek birîndar jiyana xwe ji dest dan.
Em di Koordinasyona Hêzên Demokrat de bangê li heyva sor û xaca sor ya navnetewî dikin, her weha hemû dezgehên pewywendîdar dikin, da ku gel li bajarê Humisê yê ku bi mirinê rû bi rû ye, xelas bikin û alîkariyê jê re pêşkêş bikin. Em bang dikin ku mudaxelyek acil ji aliyê van rêxistinên navnetewî yên alîkariya sivîlan dikin, zû pêk were. Hêzên rejîmê jî êrîşên xwe yên li dijî miletê sivîl û destvala berdewam dikin û dibe ku komkujiyên mezin pêk werin.
Rêxistina deve ya Koordinasyona Hêzên Demokrat
التصنيفات : Mijarên kurdî, الأخبـــــار
الكاتب:syr2015
صوت المعارضة السورية الصادق
اترك تعليقا بدون أية روابط