‘Daxwaza me azadî ye’

Serokê rêxistina derve ya Kordinasyona Hêzên Demokrat li Sûriyeyê Haytham Manna: “Em li dijî mudaxelyek eskerî ya derve ne û dewletek demokrat û azad dixwazin.”

Serokê rêxistina derve ya Kordinasyona Hêzên Demokrat, ku yek ji mezintrîn hêzên muxalefeta Sûriyeyê Haytham Manna mudaxeleyek eskerî li Sûriyeyê red kir. Manna bi taybet rola Tirkiyeyê ronî kir û da zanîn ku mu
daxeleyek eskerî ji aliyê artêşa Tirk ve dê bibe dagirkeriyek mayinde û ev yek dê rastî nerazîbûna beşekî girîng yê gelê Sûriyeyê were. Manna li axaftina xwe zêdekir û got: “Hin aliyên muxalefetê rejîma Esad bi têkbirina serweriya welat tewanbar dikin, lê em dibînin niha ku ew alî bi xwe jî bi erêkirina mudaxeleyek eskerî vê serweriyê têk dibin.” Manna he
r weha diyar kir ku misyona Koffî Annan derfeta dawî ya ku dikare Sûriyeyê ji dijwarî û şerekî navxuyî xelas bike. Manna ku ji aliyê komeleya Ereb ya bajarê Wiyana li Austuryayê ji bo nirxandina rewşa serhildana gel a li Sûriyeyê hatibû vexwendin, daxuyaniyên giring û balkêş dan. ‘Nerazîbûna li dijî rejîmê ne nû ye’ Dr. Haytham Manna diyar kir ku gelê Sûriyeyê bi dirêjahiya dîroka xwe serî li dijî dektatoriyê hilda ye. Di dema dagirkiriya Feransa û heta bi hatina partiya Baasê li ser desilatdariyê gelê Sûriyeyê zulim û zordarî red kiriye. Manna got: “Li Sûriyeyê rêxistinên mafên mirovan, rêxistina mafên jinan û sandîkeyên karkeran civak agahdarî mafan dikirin, lê ev rewş bi hatina partiya Baasê re d
i sala 1963 an de têk çû. Herî dawî nerazîbûn li dijî desthilatdariya hikûmetê di sala 1980’yî de hate kirin. Piştî wê yekê qonaxek nû destpêkir. Serokê berê Hafiz Esad êrîş bir ser tevgera Birayên Misilman ya ku li dijî rejîmê çek hilgirtibû û bi vê yekê re civak bi temamî hate bêdengkirin. Rejîmê serhildana rêxistina Birayên Misliman ji xwe re kir buhane, da ku tevahiya tevgera sivîl têk bibe û bi carekê rê li pêşiya berxwedana sendîqe û rêxistinên civaka sivîl bigre. Nifşekî kamil ji çalakvanên siyasî û huqûqî ji holê hate rakirin. Stratîjiya Hafiz  Esad di wê demê de ew bû ku ew li ser textê Sûriyeyê mîna qiral bimîne. Jixwe di salên dawî yên vê desthilatdariyê de tenê armancek wî hebû, ew jî ew bû ku vê desthilatdariyê dewrî kurê xwe Beşar bike.” Dr. Haytham Manna diyar kir ku “Buhara Ereban” bi “Buhara Şamê” destpêkirirye û wiha berdewam kir: “Di destpêka desthilatdariya Beşar de livek peydabû. Hêzen demokrat serê xwe hildan û banga demokratî û azadiyê kirin. Di sala 2005 an de “Ragihandina Şamê” hate ilankirin. Ew ji komek hêzên muxalif yên demokrat pêk dihat.  Ew ji bo muxalefeta Sûriyeyê gavek nû bû ku dikarîbû nerazîbûn li dijî mîrata Esad nîşan bida. Jixwe pirraniya muxalifan bi cezayê
zindanê rû bi rû man.”
‘Serhildan ji bo maf û azadiyê ye’ Dr. Manna got gelê Sûriyeyê serhildanên li Tûnis û Misir şopnd û bandorên van serhildanan ên li ser rewşa Sûriyeyê wiha rawe kirin: “Çirûsa serhildana Sûriyeyê li bajarê Derra dest pê kir. Hêjayî gotinê ye, ku muxalefeta derve tu rolek ber bi çav di vê serhildanê de nelîst, lê wê hêz jê girt û xwe wek berdewamiya vê serhildanê da pêş. Gelê Sûriyeyê dixwest ev serhildan bi awayekî aşîtiyane derbas bibe û hemû hewlidanên çekdarkirina serhildanê red dikir. li Derrayê di dema êrîşa artêşa rejîmê, xwepêşandan derdiketin û bi siloganên ‘serhildana me aşîtiyane ye û dê weha bimîne eger hûn her roj 100 kesî jî bikujin’. Gelê Sûriyeyê dizanîbû ku rejîm dixwaze milet rahêje çekan da ku bi hemû hêza xwe bigre ser bajaran û bide ber tank û topan, wek çawa ku di salên 80’yî de bi serê bajarê Hemayê kir. Rejîmê dixwest ev serhildan bi çek bibe, da ku ji hemû cîhanê re diyar bike, ku ev ‘çekdarên islamî û El Qaîdaye’ û divê bi riya dijwariyê bêtin têkbirin. Hêzên muxalefetê yên demokrat û destên derve qebûl nakin, her cûreyê alîkariyê red kir. Nexwest serhildan bi çek bibe û şerekî diwar rû bide. Ji ber hindê heta ew makîneyên wênegirtinê bi pereyên gelê Sûriyeyê yên li derve dijîn hatin kirîn û ji bo dokumentkirina wehşiyeta rejîmê li dijî gel ji bo çalakvanên li hundurê welat hatin şandin. Gel dixwest rejîm bête guhertin û hemû berpirsên kuştina sivîlan bên cezakirin.” ‘Biçekkirin xizmeta gel nake’Dr. Haytham Manna li dijî hewledanên hin aliyan yên biçekkirina serhildana gel rawestiya û diyar kir ku gelê Sûriyeyê ji bo mafên xwe serî hildaye û qet qebûl nake bibe alavek ji bo pêkanîna berjewendiyên hin derdoran. Manna da zanîn ku niha li tevahiya Sûriyeyê zêdeyî 600 komên çekdar hene û hemû jî ne di bin yek serokatî û kontrolê de ne. Dr. Manna derbarê çekdarkirina hêzên muxalefetê de jî wiha got: “Hêzên muxalefeta Sûriyeyê dikarin li hev bicivin û formek jihevtêgihîştinê di navbera xwe de saz bikin, lê mudaxeleya hêzên derve vê yekê asteng dike. Wek mînaka vê yekê.” Dr.Manna Peymana Qahîreyê ya di navbera wan û “Meclisa Stenbolê” de hatibû îmzekirin nîşan da û got, ji ber nerazîbûna hin aliyên heremî ev peyman piştî çend salan ji aliyê “Meclisa Stenbolê” ve hate xerabkirin. Di dawiya axaftina xwe de Dr. Haytham Manna Serokê rêxistina derve ya Kordinasyona Hêzên Demokrat diyar kir ku ew statîjiya xwe li ser 3 “NAYÊN mezin” datînin: ” -Na ji bo bikaranîna dijwariyê; -Na ji bo her cûreyê mezhebperestiyê; -Na ji bo mudaxeleyek eskerî ya derve. Bi riya vê siyasetê ew dixwazin rejîma Esed ji ser textê desthilatdariyê xwe bide aliyekî û bi alîkariya civaka navnetewî dest bi prosesa avakirina sîstemek demokrat û azad ya rêvibiryê li Sûriyeyê were kirin.”TARIQ HEMO20

التصنيفات : Mijarên kurdî

لا توجد تعليقات حتى الأن.

اترك تعليقا بدون أية روابط

إملأ الحقول أدناه بالمعلومات المناسبة أو إضغط على إحدى الأيقونات لتسجيل الدخول:

شعار ووردبريس.كوم

أنت تعلق بإستخدام حساب WordPress.com. تسجيل خروج   /  تغيير )

Google photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Google. تسجيل خروج   /  تغيير )

صورة تويتر

أنت تعلق بإستخدام حساب Twitter. تسجيل خروج   /  تغيير )

Facebook photo

أنت تعلق بإستخدام حساب Facebook. تسجيل خروج   /  تغيير )

Connecting to %s

هذا الموقع يستخدم خدمة Akismet للتقليل من البريد المزعجة. اعرف المزيد عن كيفية التعامل مع بيانات التعليقات الخاصة بك processed.

<span>%d</span> مدونون معجبون بهذه: